“Condoleezza Rice:, Wezîra berê ya Derve ya Amerîkayê, li bernameya” Raporta Taybet” a Foxs Newsê de bilind nirxandina operasyonên “ Kerba Hemasî” kir ku kabîneya Donald Trump li dijî rêjîma Îranê encam daye; Navbirî ev kar wekî pêngavek bi bandor bo sînordarkirina gefên serbazî yên wî welatî li navxwe û derveyî sînoran kir.
Herwisa “Condoleezza Rice” îşare bi vê yekê jî kir ku rola rêjîma Îranê li dabînkirina çek û cebilxaneya girûpên wekî Hizbulah û Hemasê de got “ Îran dîrokek dirêj li çêkirina gefên berdewam bo ser me û hevpeymanan heye.
Herwisa navbirî got: Îran di niha de bê berevan e, hewce ye wê derfetê ji dest nedin çimkî ev rewşa heta ser wekî xwe namîme.
Li gorî daxûyaniya CENTCOMê li operasyonên “ Kerba Hemasî” de pitir ji 50 hizar serbazên Amerîka, 200 firokeyên şerker û 2 gemiyên balafirhilgir beşdar bûn; Di encama wan êrîşan de 6 serbazên Amerîkay hatine kuştin û çendîn gemiyên rêjîma Îranê nuqum bûne an xisar pêketine