Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsên rêjîmê gotinên hev red dikin

21:05 - 7 Adar 2026

Piştî axaftinên Mesûd Pizişkiyan ê serkomarê rêjîmê li derheq bûyerên li şer de û daxwaza lêbihorîn ji welatên cîran bo êrîşên xosrane, biryargeha xatemûlenbiya, axafitinê vî red kirin û ragihandin ku ti guhdan û giringiyekê bi axaftinên serkomarê rêjîmê nadin û dê her êrîşê bo ser welatên Kendavê bikin.

Herwisa Muhsin Êjêyî serokê dezgeha dad a rêjîmê ku digel serkomarê rêjîmê li şêwraya demkî ya rehberî de hevkar in jî gotiye ku em dê êrîşên xwe bo ser welatên cîran berdewam bikin.

Rewşa niha dide xuya ku aloziyek tevav li navbera berpirs û navendên birêveberî, serbazî û ewlehiyên rêjîmê de heye û nîşaneya îflasa siyasî ya rêjîmê ye.