Hêzên ewlehî yên rêjîmê bi zorê çone nav salona werzişiya taxa Muskî 2 li bajarê Merîwanê û dest bi ser de girtine û têde cihgîr bûne.
Ev dagîrkeriya li halekê de ye ku xelkê vê taxê bi tundî nerizayetiya xwe li derheq guherîna vê salona werzişî bi binkeya serbazî, dane xuya, lê hêzên rêjîmê bê guhdan bi vê nerizayetiya welatiyan, salon dagîr kirine.
Hêzên hov ên rêjîmê tevî guhnedan bi daxwaziya xelkê, ti girîngiyek bi daxwaz şêwraya bajar jî bo derketin ji salonê nedane.
Dagîrkirina cihên giştî û taxên avedan ji aliyê hêzên dijemirovahiyên rêjîmê li halekê de ye ku pitira herî zêde ya binkeyên serbazî û tepserkerên rêjîmê hatine teqandin û hêzên rêjîmê wan deveran û xelkê vê wek mertal bi kar tînin ku ev yeka bûye gef li ser canê welatiyan.