Rêzdar Mistefa Hicrî, Sekreterê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, bi hilkefta 8 Mars roja cêhaniya Jinan, peyamek belav kir.
Deqa peyamê wiha ye:
Felsefeya 8ê Mars, îşare bi vê rastiyê ye ku azadî bê bidestveanîna mafên jinan, ti îmkanek nîne. Dîroka xebat bo vekhevî û azadiyê dide selimandin ku her guherînekê de jin beşdar nebin, encama vê dibe sitemkarî û binpêkirina mafên civakî, aborî û siyasî. Bi vê sedemê ye ku vekhevîxwazî dibe mercek bingehîn bo her cure dêmokrasî û rizgariyek netewî, li paşerojê de.
Îro li Kurdistan û Îranê, xebata jinan çeq an navenda vê geuherîna dîrokî ye ku binyatên rêjîma kevneperest a komara îslamî hejandiye. Hewce ye ev hişariya siyasî wek sermayeyek mezin, wek hêzeke rêkxistinkirî û hêvinê guherîna binyatî bê bikaranîn da ku civakê rû bi qonaxeke dêmokratîk ve bibe. Hebûna hişariya bi kom û ceribandina tekoşîn û xebata jinên pêşeng ên Kurdistanê, sibêdehek geş bo paşeroja netewa me wêne dike.
Tevî pirozbahîkirina vê hilkefta cîhanî li hemû jinên Kurdistan û Îranê, em piştevanîkirina xwe li mafên jinan û çêkirina derfet û ekosîstemek bi wec bo wekhevî û dadperweriya civakî, dubare dikin.
Mistefa Hicrî
Sekreterê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê
8ê Adarê beranber bi 8ê March 2026