Komara Îslamî di berdewamiya pîlanên xwe de, û ji bo rûbirûbûna metirsiyên li ser desthilatdariya xwe, dest bi çekdarkirina alîgirên xwe yên medenî li bajarên têkel ên parêzgeha Urmiyê kiriye.
Ev hewildanên rejîmê li bajarên Makû, Saînqela, Çaldîran, Şût, Poldêşt û Bazirganê hatine dîtin. Di hewldana herî dawî ya rejîmê de jî, roja Yekşemê 17ê Reşemê li mizgefta gundê Holesûyê ya Saînqela civîneke bi beşdariya nêzîkî 100 kesan ji gelê gundên Haçesû, Mehmûd Cîx û Keşewer hat girtin.
Di wê civînê de, Serheng Morteza Beyamî, fermandarê Sipaha rejîmê li Saînqelê ye li ser rewşa niha ya Îranê axivî û bi tirsandina xelkê ji êrişa Partiya Demokratê li ser xelkê medenî, ji xelkê amadebû daxwqz kir ku çek hilgirin.
Herwisa li heman cihî çekên cûra Kilaşînkov û çar xeşab bi fîşekan re hatin dayîn wan kesên ku amadeya xwe ragihandin.
Çavdêrên siyasî dibêjin ku ev karên Tehranê li herêmên têkel ên Kurd û Tirk tenê ji bo çêkirina duberekî û dualîtiya civakê ne, û di heman demê de nîşaneyên tirs û metirsiyên rejîmê ji rûxanê ne. Bi taybetî ku êrişên moşekî û dronî yên berdewam ên Sepaya Pasdaran li ser barêgehên partiyan û axaftinên tijî tirs ên berpirsên bilind ên Tehranê ev tirsan zêdetir eşkere dikin.