Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê: bi rûxandina Komara Îslamî armancên şehîdên me wê bên bidestxistin
Rêjîma Îranê ku her li yekem rojên şer bi berdewamî binke û baregahên Hizbên hevpeymanêiya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê li Herêma Kurdistanê kirine armanc, li çend rojên derbasbûyî de destdirêjî û êrîşên mûşekî û dironî bo ser Herêma Kurdistanê zêdetir kiriye.
Her li dirêjeya wan destdirêjiyan de şeva derbasbûyî binkeyên Hizbên Rojhilatê Kurdistanê û bajarên Hewlêr, Silêmanî û çend deverên din ên Kurdistanê bi tundî bûne armanca wan êrîşan.
Li wan êrîşên kor û teroristiyen rêjîma Îranê û hêzên ser bi vê rêjîmê, mixabin “ Îsmaîl Rehîmî” pêşmergê Komeleya Şoreşgêra Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê û “ Welat Tahîr” karmendê asayîşa balafirxaneya Hewlêrê şehîd bûn û çend pêşmergên din yên Komeleya şoreşger û Yeketiya Nîştimanî ya Kurdistanê birîndar bûn.
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê tevî şermezarkirina destdirêjî û şerxwaziyên rêjîma Îranê ku niha hemû dever tûşî nearamiya ewlehî kiriye, li hember şehîdbûna Îsmaîl Rehîmî û Welat Tahîr em sersaxiyê li malbatên wan şehîdan, xelkê Herêma Kurdistanê û komeleya Şoreşgêra zehmetkêşan a Kurdistana Îranê dikin.
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê li ser vê bawerê ye ku êrîşên terorstî yên komara Îslamî bêbingehbûna wê û leza wê bo ragirtina desthilata dîktatoriyq vê ye.
Em xelkê Kurdistanê alxahîn dikin ku berxwedan û têkoşîna bênavber ji bo rûxandina Komara Îslamî û bidestxistina mafên neteweyî yên gelê me, ku armanca hemû şehîdên Kurdistanê ye, dê berdewam bike.
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê
8ê Şibata 2026