Xebatkarên doza Azadiyê!
Jinên hişar û pêşengên Kurdistanê!
Îsal li demekê de em yada 8ê Marsê bi bilind radigrin ku rêjîma dijejin a komara îslamî li encama siyasetên xwe yên çewtên navxwyî û derve de Îran rakîşandiye bo nav şerekî malwêranker ku bêguman encama vê, dê bi nemana vê bi xwe bi dawî bê. Dîroka xebat û tekoşîna jinan li serhildana sala 1857 a Zayînî li “New York”ê ve heta rawestan li hember siyaseta qirêj a “hicaba bi zorê” û pêşengatiya jinan li tevgera “Jin Jiyan Azadî”yê de hilgirê vê rastiyê ye ku ti hêzeke xwesepên nikare rê ji îradeya jinan bo rizgarî û mafên wan bigre.
8ê Mars hilkeftek bo bilindragirtina destkevtan û hevdem bîranîna wan sitem û cudatîdanînên sîstematîk e ku li Îrana jêr desthilata komara îslamî de bûye rewşeke berdewam. Bêguman tevgera mafxwazaneya Jinan bi taybet li Kurdistanê, aliyeke din a qonaxeke nû bûyeꓼ Niha ev tevgera xwediyê sermayeyek civakî ya bi nirx e ku wek qateke yekalîker a siyasî, bi dijî hizra dijejiniya vê rêjîmê disekine û tevgera “Jîna”yê jî li pêşîneya xwe de heye. ev meydandarî bi tenê durûşm nîne, belku têkşikandina praktîkî ya vê sîstema tepeserker e ku 47 sal in mafên netewî û mirovî zewt û binpê kirine.
Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê ku her li serdema Komara Kurdistanê û li ser destê Pêşewa “Qazî Mihemmed”, kevirê xîmê vê xebata rêkxistinî a jinan li jêr alaya “Yekîtiya Jinan” de danî, rizgariya niştiman, mafê netewî û azadiya jinan, bi stratêjiyeke bihevgirêdayê zaniye. Li bernameya Hizba me de mafê vekhev a jin û mêran, xalek bingehîn û neguher e û wek prensîpeke dêmokratîk û cîhanî, bawerî pê heye.
Li wir daxwaz ji hemû çîn û qatên Kurdistanê, bi taybet jinên hişyar û azadîxwaz dikin ku li vê qonaxa hestiyar de ku rêjîm dixwaze bo şerxwaziyê hevrikiyan bo derveyî sînoran veguhaze, bi rêkxistinkirina medenî û bihêzkirina navendên xebata siyasî li navxwe de, xwe bo guherînên kûr amade bikin. Bi raya me li Kurdistanê, erkê hemû kesên vekhevîxwaz e ku xebat bo mafên jinan wek parekî neveqetiyayî ji xebata netewî û dijî sitemkarî bibîne û beşdariyeke çalakane li herifandina yêkcariye vê rêjîmê de bike.
Destyeta Kargêrî ya Hizbê tevî pîrozbahîkirina 8ê Marsê, tekez dike ku heta rêjîma komara îslamî bimîne, nirxên “Jin”, “Jiyan”, “Azadî”, bidestve nayên. Bila 8ê Mars bibe hêvinê yekgirtina hemû azadîxwazan bo dawîanîn bi vê rêjîma dije jin û çewsîner.
Serkeve xebata berheqe jinan bo bidestveanîna maf û azadiyên wan.
Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê
8ê Şibatê