Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xalîd Ezîzî: Kurd di guhertinên li Îranê de fakterekî sereke ne

23:04 - 8 Adar 2026

Xalîd Ezîzî, Berdevkê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, li hevpeyvînek taybet de ligel beşa Kurdî “ Dengê Amerîka” tekezî li ser pêgeha Kurd li hevkêşeya siyasî yên niha a deverê û amaje bi vê yekê kir ku Kurd fakterek înkarnekiriye li her egerekî guhertin di Îranê de.

Xalid Ezîzî li derheq axaftinên Donald Trump bo pişgîrî li Kurd ragihand: Hizba Demokrat hertim li meydana xebatê de bûye û xelkê Kurdistanê amadehiya xwe ya tevav bo rûbirûbûn bo rewşên cûda heye, lê tekezî kiriye ku hêşta zûye bo qezawetkirin li ser hurgiliyên navdewletî.

Berdevkê Hizba Demokrat îşare bi girîngiya “ hevpeymaniya 6 hizbên Kurdistanê” kir û got, ev yekgirtiye hem li navxwe û hem li asta navdewletî de pêşwaziyek zêde jê hate kirin û nîşaneya amadehiya aliyên Kurdiye bo destgirtin ligel her egerek li pêşerojê de.

Ezîzî tekezî li ser vê yekê kir ku bernameya vê hevpeymaniyê tenê bo navxweya Îranê û dabînkirina mafê gelê Kurde û nabe welatên cîran li vê yekrêziyê nîgeran bin.

Hember bi pêşeroja Îranê, Xalîd Ezîzî ragehand ku ewan bawerî bi îranek fire neyewe û fire ol heye ku têde sîstemeke dêmokratîka namerkezî cihgîr be.

Navbirî got:” Kurd derfet e bo çêkirina pêşeroja Îranê, nek gef.” Herwisa amaje bi pêwîstiyek diyalog ligel netewên din, bi taybet Turke Azeriyan Kir bo pêkve jiyana aştiyane.

Di dawiyê de, Gutebêjê hizba demokrat behsa peyama lêborîna giştiye hizbê bo wan kesane kir ku li navxwe de bi neçarî yan bi sedema bijêwa jiyanê çek hilgirtine, ragehand ku li dema guhertinan de hemû ew kesane wekî beşek li netewe tên dîtin û dikarin li avedankirina pêşeroja Kurdistanê de beşdar bin.