Dezgeha Dadweriya giştî ya rejîma Îranê di daxuyaniyek fermî de hişdariyek tund da Îraniyên derveyî welat û ragihand ku her cure hevdengî an hevkariya bi Amerîka û Îsraîlê re, dê bi ceza ya destbeserkirina hemû mal û milk û heta îdamê (darvekirin) bên cezadan.
Ev gef li ser bingeha yasayek nû ya Meclîsa rejîmê hatine xwarin; di wê de cezayên nû de sîxurî û hevkariya bi welatên dijmin bi tundî zêde bûne.
Ev biryar piştî wê tê ku çalakî û xwepêşandanên berdewam ên Îraniyên derveyî welat li dijî Komara Îslamî, li cem desthilatdarên Tahranê nîgeraniyek mezin afirandine.
Di heman demê de, dezgehên ewlehiyê hişdarî dan welatiyên navxweyî ku belavkirina her wêne an vîdyoyên wan cihên ku dibe armanca êrîşan, weke hevkarî bi dijmin re tê hesibandin. Ev gav nîşana hewldanên nû yên rejîmê ne ku bi wan dijberan bitirsîne û dengê azadîxwazan li navxwe û derveyî welat kip bike.
Hêjayê gotinê ye ku gefxwarinên han ji bo gelê Kurd tiştek nenas nîne; Komara Îslamî ji destpêka hatina xwe ya ser desthilatê ve, bi taybetî li Kurdistanê, siyaseta destbeserkirina mal û milkên gel weke amraza serkutkirinê bikar aniye û bi rêya Dadgeha Şoreşê dest li ser milk û darayî yên sedan têkoşer û malbatên welatparêz de girtiye.