Amerîka û Îsraîl bi bernameyeke hevpar karîn li yekem bombebarankirina beyta rehberî anku cihê mana Xamineyî, bi rijandina 30 bombên çeperşikên Elî Xamineyî digel çendîn berpirsên din ên rêjîmê ji nav bibin.
Pêka vê raporê berpirsên dezgeha Zanyarî ya Îsraîlê û ya Amerîkayê demek zêde bû ku li benda kombûna hevpar a berpirsên siyasî û serbaziyên rêjîmê digel Elî Xamineyî bûne ku bi yekcarê pevre bikin armanc û ji nav bibin.
Li vê raporê de hatiye ku li encamê de li roja Şemî 28ê Şibatê, beranber bi 9ê Reşemê, 3 kombûn li beyta rehmebrî de bo Îsraêl û Amerîkayê eşkere bûne û li yekem êrîşê de li demjimêr 10ê sibêdehê, beyta rehberî bûye armanca 30 bombên çeperşikên û heta nîvro 200 balafirên şerker ên Îsraîlî zêdetir ji 500 armancên din li Îranê de teqandine.