Di hejmara nû ya rojnameya “Agirî” de gotarên nivîskar û xebatkaran û mijar û helwêstên PDKÎ hatine weşandin ku hejmara 513 a Agirî de, ev mijar hene:
Li rûpela ewilî de, Manşêt- Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê hate ragihandin, Herwisa- Mistefa Hicrî: Padiganan bi cih bihêlin û vegerne nav malbatên xwe, li rûpela ewilî de dikevne ber çavan.
Rûpela 2 - Daxuyaniya ragihandinî a hevpeymaniya hêzên siyasî yên Kurdistana Îranê. Herwisa Xalid Ezîzî: Ji bo cihgîrkirina demokrasiyê li Îranê de em bi hemû aliyên re di diyalogê de ne, hatine weşandin.
Rûpela 3 a vê hejmara Agirî hatiye terxankirin bo Daxuyaniya “Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê” li bersiva gefên Riza Pehlewî bi dijî netewa Kurd.
Rûpela 4 - Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê: Rojên herî çarenûssaz li pêşiya me ne. Herwisa Êrîşên rêjîmê nikarin pêngawên xebat û berdewamiya me bisekinîne.
Rûpelêm 5 – Du peyamên Rêzdar Mistefa Hicrî, bi hilkefta 8 Mars, û herwisa Roja cîhanî a zimanê dayîkê belav bûne. Herwisa daxûyaniya Hevpeymaniya Hêzên siyasî yên Kurdistana Îranê li derheq biryara Deftera Siyasî ya Komeleya Şoreşgêr a Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê bo tevlîbûn bi vê hevpeymaniyê, li rûpela 5 de hatine weşandin.
Rûpela 6 – Gotara – Serdema kevneperest ya li Îranê ber bi dawî ve diçe, ji nivîsa Bayram Bozyel Serokê Giştî yê Partîya Sosyalîst a Kurdistan (PSK).
Rûpela 7 ê de gotara - Faşîzma Îranê li dijî hevpeymaniya Kurdistanî ye, ji nivîsa Eskender Ceiferî.
Herwisa li sitûnekê de li rûpela 7ê de çend gotin û Nêrîna lîderan jî têne dîtin.
Rûpela 8 a hejmara 513 a Agirî ku taybet bi hevpeyvîna Agirî ye, di vê hejmarê de Sîmîn Rûhanîzade hevpeywînek digel rêzdar Silêman Keleşî çalakvanê siyasî, li ser Hevpeymaniya Siyayî ya 6 Partiyên Kurdî encam daye.
Rûpela 9 - Gotara - Têhran Di Bin Kavilan De, ji nivîsa Dr. Mecîd Heqî.
Rûpela 10 – Peyama Komîteya Navendî ya Firqeya Demokratîk a Azerbaycanê bi boneya avakirina hevpeymaniya partiyên Kurdistana Îranê. Herwisa Daxuyaniya Desteya Kargêrî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi hilkefta 8ê Mars.
Rûpela 11- Agirî, çend nûçeyên binpêkariya mafê mirov ji aliyê rêjîma komara îslamiya Îranê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, dikevne ber çavê xwênerên rêzdar.
Rûpela 12- dawî rûpela hejmara 513 a Rojnameya Agirî, postêreke li jêr navê “Cihab hat, Bihar hat”, ku temsîla devedevê sernixûniya rêjîma Îranê bi sedema êrîşa Amerîka û Îsraîl bo ser rêjîmê dike, ev postêr jî wekî her car bi terahî û dîzaynêriya Serbest Urmiye hatiye amadekirin.
Rojnama Agirî ji aliyê Xelîl Mîlanî ve tête dîzayînkirin.
Desteya Agirî spas û destxweşiyê ji hemî wan kes û nivîskar û xebatkaran dike ku Agirî bi ked û zehmet û nivîsên wan tête xemilandin.
Xwandevanên hêja hûn jî dikarin bo xwendina mijar û gotarên Rojnama Agirî, û dagirtina faîla PDF a Rojnameya “Agirî” serdana vê Lînkê bikin.