Jean Noel Barrot, Wezîrê Derve yê Fiarncê, piştî diyarîkirina Mucteba Xamineyî wek rêberê nû yê rêjîmê, daxwaz guherîna binyatî li siyaseta Têhranê de kir.
Navbrî li hevpeyvîneke radyoyî de ragihand ku hewce ye rêjîma Îranê poeneke mezin bide û dawî bi reftarên alozker bîne ku bûne metirsiya micid bo ser ewlehiya dever û cîhanê.
Wezîrê Derve yê Firansê tekezî kiriye ku dema vê hatiye “çarenivîsa paşeroja Îranê bo gelên Îranê bê vegerandin”.
Ev heypeyvîna îşareyek bo bêhivîtiya civaka navnetevî li reforma navxweyî û hewcehiya guherîna dêmokratîk in. li derheq rewşa aloz a Lubnanê jî, Jean Noel Barrot îşare bi vê yekê kir ku, tevî ev şer bûye sedema kuştin û awarebûna hezaran kesên medenî, operasiyonên Îsraîl bersiv in bo êrîşên bê hêcet ên Hizbullahê.
Ev helwîsta tund a Firansê li halekê de ye ku rêjîma Îranê li jêr dijwartirîn givaşên navnetewî û navxwyî de.