Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Trump ragihand: Kesek di hizira min de heye ku şûna Mucteba Xameneyî bigire

12:27 - 10 Adar 2026

Serkomarê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku şerê digel rêjîma Îranê dibe ku di demek nêzîk de bi dawî bibe. Wî herwisa got: "Ez difikirim ku şer di niha de aliyê kêm bi dawî hatiye.

Navbirî got Îranê êdî hêza deryayî û esmanî nemane û rêyên pêwendiyên wan ji kar ketine.

Herwisa got ku Amerîka gelek pêş ketî ye li gorî demjimêra destpêkê ya ku pêşbînî kiribû ku 4 heta 5 heftî şer dom bike.

Trump di bersiva pirsa pêwendîdar bi rêberê nû yê rejîma Îranê, Mucteba Xameneyî, got: “Min çi peyamek ji bo wî nîne, û kesek li hizra min de ye bo cihê wî, lê ti zanyariyek din neda.

Herwisa li derheq gevriya Hormozê jî got ku gemî di niha de ji wê gevriyê re derbas dibin, lê ew difikira vê yekê deye ku bi giştî kontrola vê gevriyê kontirol bike.

Trump hişdarî da rejîmê û got ku wan her tiştên ku hebûn ji dest dan, baştir e çi karekî din nekin؛ hekî berdewam bin eva dê dawiyê bi deselata wan bînin.