Komîteya hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li Utrîşê li bajarê Viyen roja Yekşemî 17ê Reşemê, rêûresmekî şikodar bi boneya 8ê Mars roja Cîhanî a Jinan birêve bir.
Di despê de ji aliyê xatû Behar Azadmêhir xêrhatin ji mêhvanan hate kirin û sirûda eyreqîb hate xwendin, piştre ji aliyê xatû Munîre Nîgehdar peyama komîteya hizbê hete pêşkeşkirin.
Di beşek din a rêûresmê Sirwet Darayî peyama Yeketiya jinan bi zimanê Kurdî xwenid û behs li xebata jinan bo giheştin bi mafên xwe kir, herwisa Dr. Sidîq Zerza babetek li ser pirsa Yeksaniya Jin û mêran li Rojhilata naverast û Îranê de pêşkeş kir.
Piştre Mihemed Feqê Elî, çîrokek sozdarî xwend û Husên Xalxal jî tekezî li ser qehremaniya jinan di nav şoreşê de û piştevaniya wan bo pêşmerge kir.
Piştre peyama rêkxirava Jînan bi zimanê Almanî hate xwendin û Îlham Fetah jî behsek li ser dîroka 8ê mars û rewşa niha a Jinên rojhilatê Kurdistanê pêşkş kir.
Dawiya rêûresmê bi çend tabloyên xatu Munîre Nîgehdar hatibû xemilandin û ji aliyê rêkxirava Jîna ve sêvên mîxekrêj pêşkeşî mêhvanan kir û ji aliyê komîteya hizbê ve karta sipasname pêşkeş bi jinan hate kirin.
Di dawiyê de jî bi pêşkeşkirina çend parçe muzîkan dawî bi rêûresê hat.