Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xalid Ezîzî: Ji bo cihgîrkirina demokrasiyê li Îranê de em bi hemû aliyên re di diyalogê de ne

12:37 - 10 Adar 2026

Xalid Ezîzî, Berdevkê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê di hevpeyvîna digel “Radiyo Ferda” re ragihand ku hizba wî ji nêz ve çavdêriya guhertinên herêmê û şerê niha dike. Lê wî bal kişand ku di vê demê de pêşîniya wan karê siyasî, yekdengiya neteweyî û amadekariya ji bo qonaxa veguhastinê ye.

Ezîzî di bersiva pirsêkê de li ser gotinên”Tiramp” û helwesta Waşingtonê, amaje kir ku Hizba Demokrat her dem ji bo gihandina dengê gelê Kurd bi sazî û dezgehên cûda yên Amerîka û Ewropayê re di pêwendiyê de bûye.

Navbirî got: Têkoşîna me têkoşînek medenî û cemawerî ye, û em dixwazin bi rêya diyaloga siyasî mafên gelê Kurd di çarçoveya Îranek demokratîk û federal  de bi dest bînin.

Li derheq pêwendiya wan bi opozîsyona Îranî re jî, Ezîzî bal kişande ser girîngiya afirandina alternatîfek demokratîk ku hemû netewe û pêkhateyên cûda tê de beşdar bin.

Herwisa Xalid Ezîzî nîgeraniyên  pêwendîdar bi parçebûna Îranê red kir û ragihand ku projeya Hizba Demokrata Kurdistan a Îranê û hevpeymaniya aliyên siyasî yên Kurd li ser bingehê parvekirina dadperwer a desthilatê û nemerkazîbûnê hatiye avakirin, ne li ser bingeha parçe parçe kirinê.