Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Donald Trump: şer heta şikesta rêjîma Îranê dê berdewam be

13:09 - 10 Adar 2026

Donald Trump, Serkomarê Amerîkayê li hevdîtina digel girûpeke Komarîxwazên Amerîkayê de li bajarê Doralê ser bi îyaleta Floridaya Amerîkayê de got: “Şer digel rêjîma Îranê dê demkurt be lê operasiyon heta vê demê ku rêjîmê bi yekcarî bê têkşikandin, dê her berdewam bibin.

Serkomarê Amerîka yê ev yeka jî ragihand ku pirsa teslîmbûna rêjîmê bi tenê bi dem ve girêdayî ye.

Donald Trump tevî êşarekirin bi serkevtinên serbazî, got ku Amerîka bi hevkariya Îsraîlê kariye beşek berçav ji şiyana serbaziya rêjîma Îranê ji nav bibe.

Navbirî operasiyonên niha bi aloztir û serkevtîtir ji operasiyonên pêştir binav kir û got: pêşkevtinên me bi pêka çarta dema destpêkî 4 heta 5 heftî lezgîntir bûne.

Donald Trump bi tekezî ragihand: “Rêjîma îslamiya Îranê gefek 47 sale ye ku dibiya gelek zûtir me ev bi armanc bigirtiba”.