Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Seroka perlemana Ewrupa: niha dema azadiya Îranê ye

15:32 - 1 Adar 2026

Piştî kuştina rêberê rejîma Îranê, seroka parlemana Ewrupayê gotiye: dawîhatina ayetullahan dibe hêmaya dawîhatin a desthilata dîktatorên Îranê be, piştî 47 salan, niha dema azadiya Îranê ye”.

Robêrta Mêtsola seroka perlemana Ewrupayê, îro Yekşemî li hember tawankariyên rejîma îslamiya Îranê li jêr desthilata Elî Xamineyî de gotiye; “ tevaviya kesên ku hatine kûştin, hatine bidarvekirin, zarokên sitemdîtî, dayikên cergşewat û hemû ew kesên ku neçar bûn zarokên xwe bihêlin û koçber bin, niha dema azadiyê ye”.

Mêtsola bi îşarekirin bi navê Jîna Emînî ragihand: “Bo girtiyên siyasiyên jêr îşkenceyan, bo Jîna Emînî û hemû kesên ku di vê şoreşê de beşdarî kirine, niha dema azadiyê ye”.