Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

NATO sîstema berevaniya Patriot li Tirkiyê cihgîr kir

15:37 - 10 Adar 2026

Wezareta Berevaniya Trkiyê belav kiriye ku piştî êrîşên rêjîma Îranê, NATOyê sîstema berevaniya esmanî ya Patriot li devera başûrê rojhilatê Tirkiyê,(Bakûrê Kurdistanê) de gihgîr kiriye û heta niha 2 mûşekên rêjîma Îranê teqandine.

Pêka raporên belavbûyî gemiyên şerker ên Amerîka li deryaya naverast de li peydakirina wan mûşekên rêjîmê li esman de rol hebûne û bi alîkariya wan, mûşeka 2ê ya rêjîmê hatiye teqandin.

Herwisa hatiye baskirin ku rêjîma Îranê li yekem êrîşê de xwestiye binkeya mûşekên navkî yên Amerîka li Bakûrê Kurdistanê de bike armanc ku mûşeka rêjîma Îranê li esman de hatiye teqandin.