“Miki Zohar” Wezîrê Çanda Îşraîl ragihand ku şer digel rêjîma îslamiya Îranê li demekê de dê bi dawî bibe ku hemû şiyanên serbaziyên vê rêjîmê ji nav herin û bi tenê kilaşînkof li destê hêzên rêjîmê de mabe.
Miki Zohar tekez kir ku rêjîm li praktîkê de şikest xwariye û şiyana birêvebirina Îranê bo nemaye.
Wezîrê Çanda Îsraîl îşare bi Mucteba Xamineyî kir ku cihê Elî Xamineyî girtiye û armanceke bingehîn bo kuştinê ye û li destpêka operasiyonan de jî nêzîk bû ku bê kuştin.
Li vê derheqê de “Tzachi Hanegbi”, berpirsê berê yê “Şêwreya Ewlehiya Netewî ya Îsraîl” rahihand ku navê “rêberê bala” ti parêzvaniyek bi ti kesekî nade.
Ji aliyê din ve Binyamîn Netanyaho tekez kiriye ku tevî guherîna bingehîn ji alliyê xelkê Îranê ve dibe, lê Îsraîl berî ku Donald Trump dawîhatina şer rabigehîne, li şikandina êstikên komara îslamî dê berdewam be.