Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Steve Witkoff ragihand ku rêjîma Îranê dê bo sala bê 30 heta 40 bombên navkî berhem anîba

01:39 - 11 Adar 2026

Steve Witkoff, nûnerê Taybet ê Amerîkayê ragihand ku hekî rêjîma Îranê nekevtiba ber êrîşên Amerîka û Îsraîl, sala bê em dê rastî Îranek bi 30 heta 40 bombên navkî hatiban.

Axaftinên Steve Witkoff li halekê de ye ku rêjîma Îranê bi berdewamî hewldanên xwe bo berhemanîna çeka navkî înkar kiriye û tevî hemû huşdarîdanan, bernameya xwe ya navkî berdewam kiriye û tevî bombebarankirina navendên navkî yên rêjîmê, egera vê heye ku li cihên perdepoşkirî de her mijûlê hewldan bo berhemanîna çeka navkî be.