Em raya giştî agehdar dikin ku sibeha îro, Çarşemî 20ê Reşema 1404an a rojî, yek ji kampa me bi çend dronên xweteqîn ji aliyê Komara Îslamî ve hate armanc kirin. Mixabin, di encama wan êrîşan de, pêşmerge û endamekî dilsoz û têkoşerê me bi navê Omîd Weysî, ku bi navê Omîd Rewanser jî tê naskirin, tevlî karwana şehîdên Komelê û Kurdistanê bû. Hevalek din jî birîndar bûye ku bi xweşî ve rewşa tenduristiya wê cihgîr e.
Em sersaxiya xwe dibêjin malbat û kes û karên hevalê me Omîd Weysî û hemû xelkê Kurdistanê, herwisa em wan dilnîya dikin ku ev pêleqajên Komara Îslamî me ji xebata me ya ji bo bi cih anîna armancên gelê Kurd nasekinîne. Beravajî, ev êrîş wireya me qahîmtir û îradeya me ji bo gihiştina bi serkeftinê di wê têkoşîna pîroz de zêdetir dike.
Divê bê gotin ku Komara Îslamî di rojên borî de bi berdewamî binke û baregehên Partiya Komelê kirine armanca êrîşên xwe yên terorîstî. Ev êrîş ne nîşana hêza Komara Îslamî ye, lê nîşana tirs û lawaziya vê ye, û bi wan karan nikare wire û îradeya Komelê û gelê Kurdistanê bişkîne.
Komelê Şoreşger a Zêhmetkêşên Kurdistana Îranê
Sikirtariyeta Komîteya Navendî
11ê Adara 2026ê zayînî