“Karoline Leavitt”, Berdevka Koşka Sipî li derheq dawîhatina şer digel rêjîma Îranê de ragihand ku bernameya destpêkî ev bû ku li navbera 4 heta 6 heftiyan berdewam be.
Pêka gotina vê “Karoline Leavitt”, armanca wan operasiyonan, jinavbirin a şiyana mûşekî û navkiya rêjîmê û herwisa jinavbirina hêza deryayî ya rêjîmê û jinavbirina milîsên ser bi rêjîmê li deverê de ye.
“Karoline Leavitt” ragihand ku operasiyonên ku niha bi rê ve diçin, pêşvetir ji bernameya darîştî ye û Donald Trump jî îşare bi vê yekê kiribû.
Berdevka Koşka Sipî tekez kir, heta dema ku rêjîma Îranê çi rabigehîne an ne, “Bi tevavî û bê merc teslîm bibe” şer dê berdewam be.
“Karoline Leavitt” ev yeka jî ragihand ku li encamê de ev Donald Trump bi xwe ye ku dê çi demekê de biryarê bide rêjêma Îranê êdî gefa rasterast nayê hejmartin.