Ehmedreza Radan Fermandeyê giştî yê hêza Întizamiya Komara Îslamî ya Îranê, di peyamek tund de huşdarî da wan kesan ku di dema şer de li dijî rejîmê derkevin ser şeqaman.
Radan di televîzyona rejîmê de ragihand ku êdî cudahî di navbera neraziyên navxweyî û hêzên biyanî de nîne, û got: Ger kesek bi fermana dijmin were meydanê, emê bi wî re wekî dijmin reftar bikin.Herwisa got ku hemû hêzên ewlehiyê di halê amadebaşiya tewaw dene û tiliya wan li ser maşê ye.
Ev gef xwarinane di demekê de têne kirin ku rejîma Îranê di qonaxekê pir hestiyar de ye; bi taybetî piştî ku Netaniyaho daxwaz ji xelkê Îranê kir ku li dijî rejîmê bisekinin.
Berpirsyarên rêjîmê gelek ditirsin ku şerê derveyî û nerizayetiyên navxweyî bi hevre bên girêdan.
Her weke ku em dizanin di mehên derbasbûyî de Iran şahidê pêlek ji nerizayetiyên giştî bû ku di meha Befranbarê de dest pê kir û bû yek ji bixwîntirîn tepeserî û kuştaran di dîroka deselatdariya rejîma Îranê de.