Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê xelkê medenî li devera kendavê dike armanc

18:03 - 1 Adar 2026

Rêjîma Îranê bi dironan êrîş kire ser bajarê qiraxaviyê El-Duqum a welatê Ommanê û li encama êrîşên mûşekiyên balistîkî yên rêjîmê jî 3 kesên medenî li Îmaratê hatine kuştin û 58 kes jî birîndar bûne.

Li Ordonê de jî alarma huşdarîdan a êrîşa esmanî hatiye dan û hotêl Krawn Plaza a bajarê Memanê li Behrênê jî bûye armanca diron û mûşekên rêjîmê û bajarê Dohê li Qeterê jî bûye armanca mûşekên rêjîma Îranê.

Herwisa rêjîma Îranê 2 mûşekên balistîkî avêtine welatê Qibrisê.

Paşmayên rêjîma Xamineyî bi awayekî hovane êrîşê dike ser welatên cîran û kesên medenî dike armanc.

Pêka dawî raporan li Îmaratê de  hotel Fêrmont, Palm Cemîra, Birca Xelîfe, Birca Elereb marina dobey bajarê Înternetî û balafirxaneya Dobey, binkeya smaniya El-Zefre, bajarê Sîlikon, bînaya malî ya Dobey, bûne armanc û xelkê medenî hatine kuştin.