Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Careke din êriş li ser kampa Jêjnîkan a Hizba Demokrat hat kirin

13:46 - 14 Adar 2026

Di pêla nû ya êrişên Spaya Pasdaran de bo ser kamp û cihên niştecihbûna malbatên Partiya Demokrat li Herêma Kurdistanê, bingehê Jêjnîkan careke din hat armancgirtin.

​Di vê êrişa nû ya Komara Îslamî de ku saet 12:00ê nîvroya îro şemî, 23ê Reşemeyê hat kirin, sê moşek li kampa Jêjnîkan ketine. Kampa Jêjnîkan şeva borî jî bi çend moşekan êriş li ser hatibû kirin.

Her wiha di du rojên borî de jî, cihên jiyan û niştecihbûna malbatên Hizba Demokrat li nêzîkî Koyê bi berdewamî hatine armancgirtin û moşekbaran kirin.

​Êrişa moşekî ya nû ya Komara Îslamî bo ser kampa malbatên Hizba Demokrat û hêzên siyasî yên din ên Rojhilatê Kurdistanê di demekê de ye ku Hevpeymaniya Hêzên Siyasiyên Kurdistana Îranê di daxuyaniya xwe ya herî nû de, daxwaz ji civaka navneteweyî kiribû ku li dijî êrişên berdewam ên vê rejîmê û milîsên wê bo ser Herêma Kurdistanê û kampên sivîl ên partiyên Kurdistana Îranê, helwesteke kiryarî hebe.