Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bêdengiya rêjîma Îranê li hember nûçeya êrîşa Amerîkayê ya li ser Xargê

14:13 - 14 Adar 2026

Bi derbasbûna çend demjimêran di ser êrîşa Amerîkayê ya li ser armancên leşkerî yên Komara Îslamî li girava Xargê re, heta niha, rêjîma Îranê tu bertekên eşkere nîşanî nedane.

​Sibêdeha roja Şemiyê (14ê Adarê), girava Xargê ya di Kendavê de rastî êrîşên esmanî yên Amerîkayê hat. "Çavkaniyên meydanî" ragihandine ku di dema vê êrîşê de dengê zêdetirî 15 teqînan li giravê hatiye bihîstin.

​ Armancên vê êrîşê ev in: pergalên parastina asmanî yên artêşê, bingeha deryayî ya Cewşen, birca çavdêriyê ya balafirgehê û meydana helîkopterên Şîrketa Felata Qareyê.

​Serkomarê Amerîka ragihand ku binesaziyên neftê yên Xargê zirar nedîtine. Ev girav wek yek ji girîngtirîn termînalên hinardekirina nefta Îranê di Kendava Basrê de tê hesibandin.

​Serkomarê Amerîkayê Donald Trump tenê behsa êrîşa li ser girava Xargê kiriye û ragihandiye ku ji ber "faktora mirovî", wî biryar daye ku di vê qonaxê de binesaziyên neftê yên vê giravê nebin armanc.