Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dezgeha binav dadweriya rêjîmê gefa destbiserdegirtina mal û milkê xwepêşanderên xwar.

16:56 - 14 Adar 2026

Berê tenê dijberên Komara Îslamî yên li derveyî welat bi desteserkirina mal û milk hatibûn gefxwarin.

​Dezgeha binav Dadweriya rêjîma Îranê, di daxuyaniyekê de ragihand: "Beşek ji kesên ku di şer de zirar dîtine, dê ji ser milkên desteserkirî yên 'serhildêran' bê dabînkirin."

​Li gorî vê daxuyaniyê: "Ev ceza dê hemû kesên hatinî girtin li xwe bigire û tu çavpoşî tunî ne."

​Vê dezgeha tepeserkar diyar kiriye ku "ev milk dê bikevin destê kesên di şer de zirar dîtine û dê beşek ji lêçûnên nûjenkirina xaniyên niştecihbûnê û dermankirina birîndarên şer dabîn bike."

​Mebesta vê saziyê ew xwepêşandanên kolanan in ku dibe ku di berdewamiya şer de rû bidin.

​Hefteya borî, berpirsên Komara Îslamî, di nav de Dozgerê Giştî yê Tehranê û Berdevkê dezgeha dadwerî bi zêdekirina zextan li ser çalakvanên dijberên Komara Îslamî yên li derveyî welat, gefa (desteserkirina) mal û milk û heta darvekirinê li wan xwarin.

​Esqer Jehangîr, Berdevkê dezgeha dadweriya rêjîmê, hefteya borî gef xwar ku kesên bi Amerîka û Îsraîlê re hevkariyê bikin, dê "bi awayekî qanûnî bi wan re reftar bê kirin."