Netewên bindest û hemû azadîxwazên seranserê Îranê!
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê di vê qonaxa hestiyar a têkoşînê de, bi piştgirêdan bi dîroka têkoşîna xwe û prensîpên têkoşîna tevgera neteweyî û demokrasî a Kurdistanê, û bi têgihiştina berpirsayetiya xwe ya dîrokî di şert û mercên hestiyar ên îroye Îranê de, careke din tekeziyê li ser hewcehiya hevdengî û yekîtiya di navbera hemû hêzên azadîxwaz û netewên bin dest yên welat de dike, ji bo derbasbûn ji bindestiyê û avakirina pêşerojeke demokratîk.
Em li ser vê baverê ne ku pêşerojeke domdar ji bo Îranê tenê di bin siya cihgîrkirina sîstemekî demokratîk de, ku li ser bingeha nasandina mafên neteweyî yên netewan, dadperwerî û wekheviyê, û garantîkirina azadiyên bingehîn yên welatiyan ava dibe.
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê di vê pêxemê de amadebûna xwe ji bo hevkarî û hevgirtina bi hemû hêzên siyasî û civakî yên demokrasîxwaz ji bo avakirina Îraneke azad, demokratîk û pirneteweyî radigihîne.
Xwişk û birayên Azerî!
Em ji vê rastiya dîrokî agehdarin ku di hejmarek bajar û herêman de, bi taybetî li Azerbaycanê û Kurdistanê, Azerî û Kurd bi dirêjahiya dîrokê de li kêleka hev jiyane. Pêşeroja van herêman divê li ser bingeha hevkarî, rêvebirina hevpar û garantîkirina mafên wekhev ên hemû civakê bê ava kirin.
Di van herêmanên têkel de, Hevpeymaniya Hizbên Kurdistana Îranê piştgîriya avakirina mekanîzma rêvebirina hevpar a herêmî ku rengvedana pêkhateya xelkê herêmê be dike.
Hevpeymaniya Kurdistanê li ser vê baverê ye ku ewlehî û aramiya berdewam tenê di demekê de pêk tê ku hemû netewên deverê, çi Kurd bin çi Tirk, li Azerbaycan û Kurdistanê û herêmên din, xwediyê mafên siyasî, çandî û zimanî yên wekhev bin û rêvebirina karûbarên herêmî bi rêya saziyên demokratîk û bersivdar bên encam dan.
Em wek hemîşe destê hevkariyê ber bi netewa Tirkê Azerî û hêzên siyasiye wê dirêj dikin û amadebûna xwe ji bo diyalog, hevahengî û afirandina mekanîzmayên ku ewlehiya giştî û aramiya herêmên hevpar garantî bike, radigihînin.
Pêşeroja herêmê divê li ser bingeha pevrejiyanê, rêzgirtina hevdu û beşdariya wekhev a hemû netewan bê ava kirin.
Herwisa bi tekezî kirin li ser pêywendiya dîrokî û civakî a di navbera netewa Kurd û netewa Tirkê Azerî de, em bawer in ku pêşeroja pêywendiyên di navbera van her du netewan de divê li ser bingeha diyalogê, rêzgirtina hevdu û pevrejiyana aştiyane ava bibe.
Di vê çarçoveyê de, em careke din pabendbûna xwe bi mifad û riha Peymana dostiyê ya di navbera Komara Kurdistanê û Hikûmeta Neteweyî ya Azerbaycanê de radigehînin û wê wek nexşerê û nîşaneyek ji hevkarî û têgehiştina di navbera tevgerên demokratîk yên Kurdistanê û Azerbaycanê de dibînin.
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê di berdewamiya rêya xwe de, xurtkirina hevkariyê di navbera hêzên demokrasîxwaz de û berfirehkirina diyalogê di navbera neteweyan de, û herwisa afirandina mekanîzmên hevpar ji bo pevrejiyana dadperwerane, wek bingehên sereke yên gihîştina bi pêşerojeke azad û dadperwer ji bo hemû netewên Îranê dibîne û di vê rê de ji pêşwaziyê ji her cure hevkarî û hewldanê dike.
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê di pêywendî digel netewe û welatên cîran re, li ser prensîba pevrejiyana aştiyane, cîranîya baş û rêzgirtina berjewendiyên rewa yên hevdu bi hemû welatên herêmê re tekezî dike. Em li ser vê baverê ne ku aşitî û aramiya herêmî tenê bi rêya diyalogê, hevkariyê û rêzgirtina hevdu di navbera netewe û dewletan de xurt dibin.
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê
14ê Adara 2026 a Zayînî