Hevdem digel despêkirina êrîşên Amerîka û Îsraîlî bo ser rejîma Îranê, Herêma Kurdistanê jî bûye armanca êrîşên berdewam û heya niha di encama wan êrîşên bo ser Herêma Kurdistanê bûye sedema canjidestdan û birîndarbûna dehan kesan.
Li gorî raporên mediayên Herêma Kurdistanê, piştî nîvroya Îro şemî 23ê Reşeme, bi 316 diron û mûşekan êrîş bo ser her çar parêzgehên Herêma Kurdistanê hatiye kirin, ku tenê li 24 demjimêrên derbasbûyî de 32 êrîş hatine tomarkirin û ev êrîşane heya niha bûne sedema canjidestdana 8 kes û birîndarbûna 41 kesan.
Canjidestdan û birîndar bûna beşek ji hêzên ewlehî yên herêmê, pêşmergên hizbên rojholatê Kurdistanê, welatiyên medenî û tenanet serbazên ferens jî li xwe digre.
Li encama êrîşên mûşek û dironî yên berdewam yên rejîma Îranê bitaybet bo ser binke û baregehên hizbên rojhilatê Kurdistanê, heya niha 6 pêşmergên Kurdistanê şehîd û 18 pêşmergên din jî birîndar bûne.