Çend welatên Devera kendavê ji wan Erebistan, Kuweyt, Îmarat û Qeter li zêdetirbûna aloziyên serbazî ên deverê û şerê di navbera Amerîka û Îsraîl û rejîma Îranê, rûbirûyê êrîşên mûşek û dironî hatine.
Li gorî raporên belavbûyî, wezareta berevaniya Erebistanê ragehandiye, ku şeva şemiyê 6ê mûşekên balîstîk li esmanê parêzgeha Elxirc têk şikandine.
Ji aliyê din ve, berevaniya esmanî dironek li mîrnişîna Fûceyze têkşikand ku bûye sedema keftina perçeyên wê û agirek mezin çêkiriye.
bendera Fûceyre yêk ji navendên herî girîng ên veguhastina neftê di cîhanê de ye.
Herwisa wezareta berevaniya qeterê piştrast kiriye ku 4 mûşekên balîstîk û çend diron li esmanê wî welatî de xistine xiwar.