Arteşa Îsraîlê ragehand ku 2 berpirsên pile bilind ên îtilaata rejîma Îranê li encama êrîşên esmanî li Tehranê hatine kuştin û tekezî kiriye ku operasyon bo bi armancgirtina berpirsên ewlehî ên rejîma Îranê, dê berdewam bin.
Li daxûyaniya arteşa Îsraîlê de hatye ku Ebdulla Celalî Neseb û Emîr Şerîet di van êrîşan de hatine kuştin.
Li gorî daxûyaniya arteşa Îsraîlê, ev du kes berpirsên beşa îtilaat li qerargeha Xatemulenbiya bûne.
Sipaha pasdaran kuştina Celal Nesebî piştrast kiriye.
Arteşa Îsraîlê herwis ragehand ku li despêka wî şerê ve di heyama du heftiyên borî de, nêzî 400 pêlên êrîşên esmanî bo ser armancên Îranê hatine encamdan û îşare bi vê yekê jî kir ku beşek ji êrîşan li deverên din ji aliyê Amerîka yê ve hatine kirin.
Li gorî ragîhandina Arteşa Îsraîlê, tenê li roja Şemiyê pitir ji 200 amanc, ji wan dehan sekoyên hildana mûşek, sîstema berevaniya esmanî û embarên çekan li navxweyê Îranê bûne armanca êrîşên esmanî û ji nav çone.