Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berdewamiya êrîşên Îsraîl û Amerîkayê li ser binkeyên rejîma Îranê

11:32 - 1 Nîsan 2026

​Raporên belavbûyî amaje bi wê dikin ku êrîşên esmanî û mûşekî di şeva derbasbûyî ve anku  sêşemî li ser çarşemê, 12’ê Xakelêweyê (1’ê Nîsanê), li hejmarek ji bajarên Kurdistan û Îranê berdewam dikin.

​Li gorî van raporan, cihên cuda yên Têhranê di nav de bakur, rojhilat û navenda bajêr bûn armanca êrîşên esmanî; hevdem pedafenda berevaniyê hat aktîfkirin û li hinek deveran jî elektrîk qut bû.

​Li parêzgeha Isfehanê, nûçeyên êrîşkirina ser beşek ji saziyên komelgeha Polayê ya Mubarekê, Necefabad, Kaşan, Xumeynîşehr û Şehrza ji aliyê medyayên ser bi rejîmê ve hatin belavkirin.

​Her wiha ji bilî Komelgeha Polayê ya Isfehanê, nûçe behsa êrîşa ser Komelgeha Polayê ya Sefîddeşta Birûcenê li parêzgeha Çarmihal û Bextiyarî dikin.

​Li Kirmanşan û Qesra Şîrîn jî, çendîn cih û binkeyên ser bi rejîmê ji aliyê hêzên esmanî yên Amerîka û Îsraîlê ve hatin bombebarankirin.

​Li herêmên din wek Ehwas, Şîraz, Mehelat, Zencan û çendîn bajar û navçeyên din ên Îranê êrîş berdewam bûne û ziyanên canî lê ketiye.

​Heman demê de, hinek rapor derbarê êrîşên ser saziyên benderî li Bûşehrê û ji karketina hinek jêrxanan belav bûne.

​Artêşa Îsraîlê ragihandiye ku di dema 24 saetên borî de zêdetirî 230 armancên serbazî, di nav de navendên berhemanîna çekan û jêrxanên peywendîdar bi mûşekên balîstîk li Îranê kirine armanc. Îsraîlê tekez kiriye ku ev operasyon bi armanca lawazkirina şiyana serbazî ya Îranê dê berdewam bike.