Rojnameya Wal Sitrît Jûrnal li ziman du berpirsên Amerîkî raportek belav kir ku têde hatiye: Amerîka li dema danûstandinên wê dawiyê li Îslamabadê de, komek hêlên sor wekî mercên xwe yên sereke pêşkeşî Îranê kiriye.
Li gorî wê raporê, yek ji girîngtirîn wan mercan, dawîanîn bi meyandina oraniyomê ji aliyê Îranê ve bûye.
Waşingtinê herwisa daxwaza rûxandina binkên sereke yên meyandin û wergirtina wan madan kiriye ku bi rêjeyek zêde hatine meyandin.
Di beşeke din a wan mercan de Amerîkayê tekezî li ser vekirina gevriya Hormozê û gerentiya azadiya hatin û çûna keştiyan bê wergirtina bacê kiriye, mijareke ku wekî yek ji tewerên sereke yên nakokiyên dinavbera herduk aliyan da xûya.
Yek din ji mercên Amerîka, pesendkirina çarçoveya berfirehtir bo aştiya deverê û kêmkirina aloziyan ku hevpeynanên deverî ji xwe bigre, hatiye berbas.
Herwisa daxwaza ragirtina piştevaniya malî û serbazî ya Îranê bo girûpên niyabêtî di deverê de kiriye, ji wan Hizbûlaha Lûbnanê, Hemas û Hûsiyan e.
Ew mercne di demekê de hatine baskirin ku danûstandin bê giheştin bi tu rêkeftinekê dawî pê hatiye û asoya kêmbûna aoziyan hêj bi nexûyayî maye.