Di demekê de ku komara Îslamiya Îranê, bo 45mîn rojan li ser hev înternêt bi ser xelkê de qut kirye, berpirsên odeya bazirganî a Îranê behs li xisarên abûrî yên mezin dikin ku rojane ber jêrxanên welat dikeve.
Efşîn Kulahî, serokê Komîsyona “Daniş Binyan” li odeya bazirganî a Îranê, li girtevîdyoyekê de rexneyek tund beramber qutbûna înternêtê girtiye, navbirî îşare bi vê yekê jî kiriye ku zêdehiya wan xisarên ku rojane bi sedema vê biryarê li abûriya Îranê dikeve, berambere ligel têkçûna çendîn wêzgehên berhemanîna berqê û xerabûna çendîn pirên sitratejîk li welat de.
Navbirî herwisa got: qutbûna înternêtê rojane 80 milyon dolar xisara rastewxwe bi bazar û kertên cor bi cor digehîne.
Tevî ragehandina agirbestê, pêleke tund a rexneyan beramber bi berdewamiya filtêrîng û qutbûna înternêtê çê bûye, lê navenda biryarderên rejîmê heya niha ti pêngavek bo asayîûbûna rewşê neavêtine.