Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tiramp, Artêşa Amerîkayê bo givaş xistina ser Têhranê benderên Îranê dorpêç kirine

16:33 - 14 Nîsan 2026

Donald Tiremp serokomarê Amerîka ragehand, ku artêşa welatê wî li çarçêweya givaş xista ser têhranê, dest kiriye bi dorpêçkirina benderên Îranê.

Li gorî raporta ajansa Asoşetid pirês, ev pêngav bi amanca neçarkirina Îranê bo vekirina gevriya Hormozê û qebûlkirina rêkeftinekê bo dawî anîn bi nakokiyan encam daye.

Herwisa Tiramp got: em nikarin rê bidin welatekê li cîhanê de berdewam be li ser wergirtina bacê.

Îranê jî hoşdarî daye u her cure karek dijî bender yan berjewendiyên wî welatî bê bersiv namîne û tekezî kiriye, ewlehî li kendavê de yan bo hemûyan e, yan jî bo tu kesî.

Hevdem raport behs li guherîna rêrewa hinek ji nefthilgiran li nêzî gevriya Hormozê dikin û nîgeranî hember bi jikarkeftina veguhastina wize ya cîhanî zêde kiriye.

Berpirsên Amerîkayî dibêjin gutobêj ligel Îranê berdewam e û egera despêkirina danûstandinan heye, tevî ku nakokî heya niha wekî xwe mane.