Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hoşdariya Lîndsî Giraham hember bi her cure rêkeftinek demkî ligel Têhranê

16:34 - 14 Nîsan 2026

Lîndsî Giraham, Senatorê Komarîxiwazên Amerîka, roja Duşemî 24ê Xakelêwe, hember wan raportên ku behsa pêşniyarekê dikin bo ragirtina meyandina oraniyomê li Îranê de bo heyama 20 salan, bertekek tund nîşan da.

Herwisa Giraham got, tevî pêzanînê bo hewlên Tiramp hember dawîanîna  nakokiyan ligel Îranê bi awayekî aştiyane û li rêya dîplomasiyê, hoşdarî da û got, dibe ewa bîra me de be ku li dosyeya Îranê de, em ligel Terorîst, derewker û fêlbazan miamilê dikin.

Herwisa navbirî got ku rêjîma Îranê ligel rêkxirava Elqaîde tenê cûdahiya wan eve ku yekem rêkxiravek teroristî a Sunîye û eva din jî dewletek teroristî a Şîee ye.

Giraham tekezî kir ku wekî ku em tu carî razî nabin bi ragirtina demkî a meyandinê bo Elqaîde, bi wî awayî jî bo komara Îslamî em razî nabin.