Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Careke din bi mûşek û dronan êrîşî kampên sivîl ên Hizba Demokrat hate kirin

11:43 - 2 Nîsan 2026

Şeva derbasbûyî Çwarşemî li ser Pêncşemiyê, 13’ê Xakelêweyê, kampên sivîl ên Hizba Dêmokrat ên li nêzîkî Koye û Girdeçalê li parêzgeha Hewlêrê, careke din bi mûşek û dronan kefte ber êrîşê. Pêla nû ya din a êrîşên Komara Îslamî ya Îranê bo ser cihên sivîl ên Hizba Dêmokrat piştî wê yekê tê ku nîvroya duh, 12’ê Xakelêweyê jî, binkeyên sivîl ên Hizba Dêmokrat li nêzîkî Koye bi mûşek û dronan hatibûn êrîşkirin. Her wiha di êrîşa pêş da ya Komara Îslamî de bo ser kampa Girdeçalê, binkê dermanî û nexweşxaneya wê kampê hatibû armancgirtin.

​Berdewamiya êrîşan bo ser binkên sivîl ên Hizba Dêmokrat di demekê de ye ku her şeva borî û heta niha bi zêdetirî 25 mûşek û dronan êrîşî ser Hewlêr, Silêmanî, Soran, Dihok, Xelîfan, Şeqlawe û çend navçeyên din ên Herêma Kurdistanê hatine kirin.

​Hêjayî bibîrxistinê ye ku di heyama nêzîkî mehekê de, Komara Îslamî ya Îranê bi nêzîkî 550 dron û mûşekan êrîşî ser binkên hizbên Rojhilatê Kurdistanê û cihên sivîl li Herêma Kurdistanê kiriye.