Li gorî daxuyaniyên rayedarên Pakistanî, tevî ku di xula yekem a danûstandinan de lihevkirinek çênebûye jî, pêvajoya dîplomatîk di navbera Îran û Amerîkayê de berdewam dike.
Li gorî nûçeya ajansa Associated Pressê, Pakistan ji bo danûstandinên di navbera Îran û Amerîkayê Pêşniyara Xula Duyem Kir.
Pakistanê pêşniyar kiriye ku beriya bidawîbûna agirbestê, xula duyem a danûstandinên navbera Îran û Amerîkayê di rojên pêş de li Îslamabadê birêve biçe.
Du rayedarên Pakistanî yên ku nexwestin navê wan eşkere bibe, ragihandin ku wan pêşniyara destpêkirina xula duyem a danûstanê kiriye, lê biryara dawî ya li ser cihê hevdîtinê dê ji aliyê her du welatan Îran û Amerîkayê ve bê dayîn.
Rayedarekî destnîşan kir ku xula yekem a danûstandinan, tevî ku encameke konkret jê derneketibe jî, ne hewildaneke demkî bûye; berovajî vê, ew beşek ji pêvajoyeke dîplomatîk a berdewam e.
Hewldanên Pakistanê di çarçoveya kêmkirina aloziyan li herêmê û dîtina rêyeke dîplomatîk beriya dawîpêhatina dema agirbestê de ne.
Heya niha her du aliyên sereke (Tehran û Washington) bi fermî li ser vê pêşniyara Pakistanê daxuyaniyek nedane.