Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Vance: Me xetên xwe yên sor eşkere kirin, top niha di meydana Îranê de ye

16:38 - 14 Nîsan 2026

JD Vance, Cîgirê Serokê Amerîkayê, di hevpeyvînekê de ligel kanala Fox News derbarê danûstandinên dawî yên bi şandeya Îranê re li Pakistanê, ragihand ku Washingtonê bi zelalî ji bo Îranê ronî kiriye ka divê çi gav werin avêtin û got: "Niha top di meydana wan de ye."

​Vance got:"Ez nabêjim ku rewş xirab çû; ez difikirim ku hin tişt baş bi rêve çûn. Me pêşveçûnên mezin bi dest xistin û ez bawer dikim ev beşek ji wê pêşketinê bû ku me fam kir ka şert û mercên ku Amerîka dikare tê de nermbûnê nîşan bide çi ne."

Wî herwisa got: "Ez difikirim ku ev cara yekem bû ku we dît hikûmeta Îranê û hikûmeta Amerîkayê di asteke wisa bilind de ligel hev dicivin, di dîroka niha ya Îranê de ev yekem car bû."

​Vance got: "Tiştê ku Serokê Amerîkayê gotiye ev e: Berî her tiştî, Îran nabe tu carî bibe xwediyê çekên etomî.