Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Netanyahu: Agirbest Her Gav Dikare bi Dawî Bibe

16:40 - 14 Nîsan 2026

​Binyamîn Netanyahu, Serokwezîrê Îsraîlê, di destpêka civîna kabîneya hikûmeta xwe de ragihand ku agirbesta di navbera Amerîka û Îranê de li ber hilweşandinê ye û her gav dikare bi dawî bibe.

​Netanyahu amaje bi wê yekê kir ku "JD Vance", Cêhgirê Serokkomarê Amerîkayê, di dema vegera xwe ya ji Îslamabadê de, ew ji hûrgiliyên danûstandinên bêencam ên bi berpirsên rejîma Îranê re li Pakistanê agahdar kiriye.

​Serokwezîrê Îsraîlê got: ''Ji nêrîna aliyê Amerîkayî ve, Îranê peymana agirbestê binpê kiriye; ji ber ku berovajî sozên ji bo rawestandina êrîşan û vekirina Tengava Hormozê, tu pêngaveke pratîkî neavêtiye û Amerîka jî amade nîne vê rewşê qebûl bike.''

​Netanyahu her wiha piştgiriya xwe ya tam ji bo biryara Donald Trump a derbarê dorpêçkirina Tengava Hormozê de anî ziman û ragihand ku Îsraîl û Amerîka hemû pêngav û helwestên xwe bi hev re hewaheng dikin.

​Serokwezîrê Îsraîlê di dawiyê de ew gotegotên ku behsa hebûna nakokiyan di navbera Tel Avîv û Washingtonê de dikin red kirin û got: ''Asta hevalbendiya niha ya di navbera me de, di tevahiya dîroka Îsraîlê û heta di dîroka gelê Cihû de jî mînakên wê nînin.''