Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cezayê Sêdarê û Girtîgehê li ser Pênc Xwenîşanderan hat sepandin

16:41 - 14 Nîsan 2026

Di berdewamiya pêla serkutkariyên dezgeha bi nav dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê de, çiqa 26ê yê Dadgeha Înqilaba Têhranê cezayên giran li ser pênc welatiyên girtî yên xwenîşandanên meha Befranbarê de sepand.

​Çar welatî bi navên "Mihemedreza Mecîdî Esil", "Bîta Himetî", "Bêhrûz Zemanînejad" û "Koroş Zemanînejad", bi tohmeta "çalakiyên têkderane li dijî rejîmê û hevkariya bi dewletên dijmin û komên dijber re" cezayê sêdarê (îdamê) li ser wan hat sepandin.

​Ev kesane ji bilî sêdarê, bi tohmeta "civîn û lihevhatin li dijî ewlehiya Îranê" cezayê 5 sal girtîgeh û destbiser de girtina hemû mal û milkên wan wekî cezayê temamker li ser wan hat sepandin.

​Her wiha "Emîr Himetî", tometbarê pêncemîn, bi giştî cezayê 5 sal û 8 meh girtîgehê li ser hat sepandin.

​Dadgehê bêyî pêşkêşkirina tu belgeyên hûr, hinceta van cezayan vegerand bo beşdariya di nerazîbûnan de û îdiaya bikaranîna çekên nenas.

​Ev di demekê de ye ku rapor amaje bi wê dikin ku ev welatî di bin îşkenceyên giran ên cesteyî û derûnî de bûne ji bo wergirtina îtîrafên bi zorê, û di tevahiya pêvajoyê de ji mafê hebûna parêzer hatine bêpar kirin.