Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êrîşa dironî bo ser kampa malbatên hizbê li nêzîkî Koyeyê

18:13 - 14 Nîsan 2026

Saet 5ê êvara îro Sêşemê, 25ê Xakelêwa 1405 a Rojî, careke din kampa Azadiyê ku cihê niştecîbûna malbatên Hizba Demokrat e, li nêzîkî Koyeyê hate armancgirtin.

​Êrîşa mûşekî û dironî ya Komara Îslamî bo ser kampên Hizba Demokrat, hevdem bû ligel pêleke nû ya êrîşan ku vê piştî nîvroya îro bo ser kampa Sûrdaşê li nêzîkî Silêmaniyê, her wiha çend navçeyên din li Xelîfan û Rawandizê li Başûrê Kurdistanê hatine encamdanê.

​Komara Îslamî ya Îranê ji destpêka şerê xwe yê ligel Amerîka û Îsraîlê ve heta niha, bi zêdetir ji 110 mûşek û dironan kampa malbatên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê û binkeyên tenduristî û perwerdehiyê yên vê hizbê kiriye armanc.