Xezal Molan, pêşmerge ya Komela Zehmetkêşên Kurdistanê, ku di encama bordûmanên êvara roja Sêşemê ya Spaha Terorîst a Pasdaran de bi giranî birîndar bibû, şehîd bû.
Roja Sêşemê 25ê Xakelêvê, Komara Îslamî di berdewamiya êrîşên xwe de bo ser kampên hizbên Rojhilatê Kurdistanê, bi dronan êrîş kire ser kampên "Azadî" ya Hizba Demokrat û "Sûrdash" a Komelay Zehmetkêşan; di encamê de 3 pêşmergeyên Komelay Zehmetkêşên Kurdistanê birîndar bûn. Xezal Molan yek ji wan birîndaran bû ku ji ber giraniya birîna xwe şehîd bû.
Komelay Zehmetkêşên Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand: "Ev cure êrîş, çi niha û çi berê, nîşaneya tirs û wehşeta Komara Îslamî ye li hember îrade û daxwaza neguher a xelkê Kurdistanê." Di wê daxuyaniyê de hatiye ku ev cure kiryar tu carî nikarin ji îradeya têkoşîn û daxwazên rewa yên gelê Kurd kêm bikin, belku dibin sedema bihêzbûn, yektî û berdewamiya zêdetir di têkoşînê de.
Komara Îslamî ya Îranê ji destpêka şerê bi Amerîka û Îsraîlê re, bi dehan caran êrîş kiriye ser kamp û baregehên hizbên Rojhilatê Kurdistanê û heta niha bi zêdetir ji 110 mûşek û dronan, kampa malbatên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê û navendên dermanî û perwerdehiyê yên vê hizbê kiriye armanc.