Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Teftêşa berfireh a mobaylên welatiyan li xalên kontrolê ji aliyê hêzê rêjîmê ve

00:01 - 15 Nîsan 2026

Raporên ji Îranê didin xuyakirin ku bi tundbûna rewşa ewlehiyê li hin bajaran, hêzên Spaha Pasdaran û Besîc li xalên kontrolê (seytaran) dest bi teftêşa berfireh a telefonên mobayl ên welatiyan kirine.

​Li gorî van raporan, di dema van vekolînan de, beşên cuda yên telefonên hişmend di nav de galeriya wêneyan (bi taybetî faylên hin rêkeftên taybet wekî xwenîşandan û şerê dawî), torên civakî mîna Instagram û X (Twitter), peyam, û her weha peyamnêrên wekî Telegram û WhatsApp tên kontrolkirin.

​Li gorî raporan, jêderên nefermî ragihandine ku ev çalakî bi armanca kontrolkirina herikîna agahiyan û rêgirtin li belavkirina naverokan ji bo medyayên derveyî welat tên kirin. Di heman demê de, hinek hişyarî di qada mecazî de hatine belavkirin ku li gorî wan, şandina babetan ji bo medyayên biyanî dikare ji aliyê saziyên ewlehiyê ve bi tohmetên giran ên mîna "hevkarî bi dijmin re" an "sîxurî" rûbirû bibe.