Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berdewamiya êrîşên Amerîka û Îsraîlê bo ser bajarên cuda yên Îranê

12:20 - 2 Nîsan 2026

Di berdewamiya êrîşên asmanî yên Amerîka û Îsraîlê bo ser bajar û herêmên cuda yên Îranê de, rapor behsa bombebaran û teqînên bihêz dikin ku êvara çarşemê û berê sibêya pêncwşemê 13ê Xakelêweyê hatine kirin.

​Li Tehranê: Taxên Şemsabad, Taleqanî, Têhranser, Seadetabad û derdora Nobunyadê, her wiha bajarokê Quds û Sefadeşt li Melarda ser bi Têhranê ve, bûne armanc.

​Li parêzgeha Îsfehanê: Balafirgeha Kaşanê û çendîn xal li bajarên Îsfehan, Şehriza, Kaşan, Aran û Bîdgol û Necefabad hatine lêdan.

​Li Kirman û Sîrcanê: Rapor behsa êrîşên li ser du deveran dikin.

​Li başûrê Îranê: Êrîşî ser benderên Dewhe li Qişmê û bendera Çarekê hatine kirin, ku bûye sedema birîndarbûna pênc kesan û têkçûna çend beleman. Her wiha di êrîşekê de bo ser girava Hêngamê, 7 kes birîndar bûne.

​Li parêzgeha Tewrêzê: Di êrîşekê de bo ser bajarê Miyaneyê, 5 kesan jiyana xwe ji dest dane û 6 kesên din jî birîndar bûne.

​Li parêzgeha Kirmanşanê: 3 pirên stratejîk bûne armanc û ziyan gihîştiye derdora Zanîngeha Kirmanşanê.

​Li Şîrazê: Ji ber teqîna bombeyeke goşeyî (cluster bomb) ku ji êrîşên pêştir mabû, kesek hatiye kuştin û çend kesên din jî birîndar bûne.

​Artêşa Îsraîlê êvara çarşemê ragihand ku hêza asmanî ya wî welatî di du rojên borî de zêdetirî 400 êrîş birine ser jêrxaneyên serbazî yên Îranê. Li gorî vê daxuyaniyê, tenê li Têhranê 15 navendên berhemanîna çekan û beşek ji Wezareta Bergiriyê, li gel kogeha mûşekên balîstîk û saytên avêtina mûşekan bûne armanc.