Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşwaziya Endamê Komîsyona Siyaseta Derva ya Parlemana Ewropayê li Birêz Mistefa Hicrî

11:41 - 16 Nîsan 2026

Roja çarşemê 26ê Xakelêweyê, li Parlemana Yekîtiya Ewropayê li Brukselê, Mixaîl Gahler, endamê Komîsyona Derva ya Parlemana Yekîtiya Ewropayê, pêşwaziya Sekreterê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, birêz Mistefa Hicrî kir.

​Mixaîl Gahler di destpêka hevdîtinê de kêfxweşiya xwe ji bo vê hevdîtinê diyar kir û her wiha rewşa niha ya Îranê wek "hesas" wesif kir. Navborî di berdewamiya axaftinên xwe de, behseke kurt li ser binpêkirina mafên mirovan ji aliyê desthilata Îranê ve kir. Di dû re, derbarê opozîsyona Îranê de têbiniyên xwe anîn ziman û ragihand ku di vê rewşê de, pêkanîna hevpeymaniyeke giştgir ji aliyê hêzên curbicur ên opozîsyona Îranê ve, xwedî giringiyeke taybet e.

​Birêz Mistefa Hicrî, behsa rewşa niha ya Îranê û herêmê kir. Derbarê hevpeymaniyên nav opozîsyonê de ragihand: "Tevgera demokratîk a Kurd li Îranê, ji ber hestkirina bi berpirsiyariyê di vê rewşê de, 6 partiyên Kurdistanê hevpeymaniyek ragihandine û xebata me ji bo bidestxistina azadî, demokrasî û federalîzmê ye."

​Hicrî di berdewamiyê de behsa pêgeh û rola jinan di xebata Kurdistanê de û her wiha bandorên Şoreşa Jînayê li Kurdistan û Îranê kir.

​Di dawiyê de, birêz Mistefa Hicrî ronahî xist ser mijara opozîsyona Îranê û tekezî li ser giringiya piştgiriya welatên demokratîk ji alternatîfeke demokratîk ji bo Îranê kir.