Sikot Bêsênit, ragehand ku Amerîka mijûlê amadekariyane bo qonaxek nû li givaşên abûrî bi dijî Îranê, ku li gorî gotina wî ew givaşa Darayî, wekî operasyonek serbazî û berfireh be.
Bêsênt roja Çarşemî li koşka sipî tekezî kir ku Waşingtin dixwaze li rêya sepandina ceza ya dûyem, ew damezraveyên darayî û wan welatan bike armanc ku hevkariya abûrî digel Tehranê hene.
Wî got, eger welatek nefta Îranê bikre yan darayîya Îranê di bankan de rabigre, wê digel cezayên Amerîka rûbirû be.
Li gorî raportan, welatê Çînê ku berê beşek zêde ji nefta Îranê dikrî, belkê li jêr bandorên wan givaşan de hawirdekirina neftê kêm bike.
Hevdem, Donald Tiremp ragehandiye ku ev rêkarane li berteka zêdebûna wê dawiyê ji wan aloziyên gevriya Hormozê, hatine cîbicîkirin û bi arminca zêdekirina zêdetirîn givaşan bo ser Komara Îramî wê berdewam bin.