Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Beşdariya Sekreterê Giştî yê Hizba Demokrat di Civîneke Parlemana Ewropayê de

12:40 - 16 Nîsan 2026

Roja çarşemem,15ê Nîsana 2026an, Parlemana Ewropayê mîvandariya civîneke siyasî kir ku bi amadebûna hejmarek ji kesayetiyên opozîsyonê û nûnerên partiyên siyasî yên neteweyên nav cografyaya siyasî ya Îranê bi rêve çû, civînek ku tê de daxwazên beşên cuda yên civaka Kurdistan, Ahwaz û Belûçistanê, di yek ji navendên herî girîng ên siyasî yên Ewropayê de hatin pêşkêşkirin.

​Ev civîn bi beşdariya rêberên Kurdistan, Belûçistan û Ahwazê derbarê paşeroja Îrana piştî rejîma Îslamî û pêdiviya damezirandina sîstemeke demokratîk û federal li ser bingeha pluralîzm û sekolarîzmê, ji bo cîbicîkirina demokrasî û azadiyê li Îranê, hat lidarxistin.

​Di vê rûniştinê de, birêz Mistefa Hicrî, Sekreterê Giştî yê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, birêz Ebdulla Muhtedî, Sekreterê Giştî yê Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê, xatûn Muna Sîlawî û birêz Nasir Bilîdeyî wek kesayetiyên siyasî yên naskirî ji netewên Ereb û Belûç, amade bûn û gotarên xwe pêşkêş kirin. Her yek ji van kesayetiyan nûnertiya beşek ji cihêrengiya neteweyî û siyasî ya li Îranê dikin.

​Bi giştî, birêveçûna civîneke bi vî rengî di Parlemana Ewropayê de dikare wek nîşaneyek ji bo zêdebûna bala navendên navdewletî li ser guhertinên Îranê û herwiha hewla opozîsyonê ji bo pêşkêşkirina daxwazên neteweyên Îranê were hesibandin. Lê belê, asta bandora van cure civînan di pratîkê de girêdayî ye bi şiyana hêzên siyasî di avakirina hevkariya navbera xwe de û pêşkêşkirina çareseriyên zelal û bidestxistina piştgiriya çalak a navdewletî; rêyek ku hîn jî astengî û kêşeyên berçav li pêşiya wê hene.