Donald Trump, Serkomarê Amerîkayê, roja çarşemê ragihand ku Mesûd Pizîşkiyan, Serkomarê Îranê ji Amerîka daxwaza agirbestê kiriye. Wî got ku Amerîka dê vê pêşniyarê tenê di wê demê de "binirxîne" ku Tengava Hurmuzê "wekirî, azad û bêasteng" be. Trump hevdem tekez kir ku heta wê demê, êrîşên Amerîkayê yên li dijî Îranê dê berdewam bikin.
Trump di peyamekê de li ser tora civakî ya Truth Social nivîsand emê tenê demekê de agirbestê bikin ku tengava Hormozê hatûçûn tê de azad û ewle be.
Hîn ne diyar e ku dê Îran îdiaya Trump a derbarê daxwaza agirbestê ji aliyê "Serkomarê rejîma nû" ve pişrast bike an red bike. Ji destpêka şer ve di 28ê Şibatê de, her du aliyan gelek caran derbarê hebûn an rewşa guftûgoyên aştiyê, pirsên newekhev pêşkêş kirine.
Her wiha ne diyar e ku heger daxwazeke bi vî rengî hatibe kirin, gelo rasterast ji Amerîkayê re hatiye ragihandin an bi rêya navbeynkarekî, ji wan Pakistanê, gihîştiye Waşîngtonê.
Heta heger Mesûd Pizîşkiyan daxwazek wiha kiribe jî, ew ne mecbûr e ku biryarderê dawîn ê di vê mijarê de be. Di sîstema rêjîma Komara Îslamî de, ne Serkomar, belkî Rêberê Komara Îslamî xwediyê desthilata herî bilind e.