Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Natanyaho: Îsraîl û Amerîka li ser pirsa Îranê hevdeng in

16:23 - 16 Nîsan 2026

Bênyamîn Natanyaho ragehand ku armancên Îsraîlê hember bi Îranê ligel siyasetên Amerîka hevterîbin û Têlavîv li egera destpêkirina şer, li amadebaşiyê de ne.

Natanyaho roja Çarşemî 26`ê Xakelêwe bi îşarekirin bi hevahengiya berdewam ligel Waşingtinê got: hevpeymanê me yên Amerîkî bi berdewamî li peywendî ligel Îranê me agehdar dikin û armancên me divî warî de wekî hev in.

Navbirî herwisa got ku ev hevahengî beşeke li dîtingeha hevbeş li nav herduk welatan hember bi bernameya deverê û etomî ên Tehranê.

Serokwezîrên Îsraîlê herwisa bi îşarekirin bi egera zêdebûna aloziyan got: bi berçavgirtina egera destpêkirina şer ligel Îranê, em bo her cure senaryoyekê amade ne.

Bênyamîn Natanyaho li ser amadeyî bo her cure sînaryoyekê, dibêje ku Telavîv egera zivrîn bo rûbirûbûna rastewxwe ligel Tehranê bi girîng dizane û bi micidî nirxandinê bo dike.